Rejîma Sûriyê bang li HSDê kir ku ji bo serê dijî Tirkiyê besdarî nav artêsê bibin

30 October 2019 17:58 0 dîtin
Rejîma Sûriyê bang li HSDê kir ku ji bo serê dijî Tirkiyê besdarî nav artêsê bibin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Sûriyê bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku demek berê ji bo parastina sînoran li hev kiribûn kir ku beşdarî nav artêşa Sûriyê bibin û li dijî Tirkiyê li kêleka wan şer bikin.

Medya Sûriyê ragihand ku Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye:

“Em li dijî heman dijminî şer dikin. Ereb û Kurd di nav yekîtiyê de, ji bo her bost erda Sûriyê vegerînin, em bang li endamên HSDê dikin beşdarî nav yekîneyên artêşa nîzamî bibin.”

Wezaretê herwiha da xuyakirin ku ew dê bi beşdarbûna HSD nav artêşa Sûriyê kêfxweş bibin.