Rejîma Sûriyê bang li Tirkiye û HSDê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim li Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk kir.
Mualîm ji bo Tirkiyê got ku xwe yekalî bike; yan piştevaniya terorîstan bike yan jî girêdayî rêkeftinan be. Herwiha ji bo HSDê jî xwest ku ji piştevaniya Amerîkayê vegerin ku piştgiriyê didin plana Amerîka-Îsraîl ya parçekirina Sûriyê.
Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim doh di civîna Civata Giştî ya NY de li New Yorkê gotarek pêşkêş kir û li ser hebûna hêzên Tirkiye û Amerîkayê got, hebûna wan hêzan li Sûriyê ne qanûnî û divê derkevin.
Muelim ji bo Tirkiyê got, yan piştevaniya terorîstan bike yan jî girêdayî rêkeftinan be.
Li ser “herêma ewle” jî Mualîm got, ew wê yekê qebûl nakin ji ber ku li dijî pîvanên navdewletî û serweriya xaka Sûriyê ye.
Wezîrê Derve yê Sûriyê HSD jî wek hêzeke terorîstî bi nav kir û ragihand, ew bi piştevaniya Amerîka plana Amerîka û Îsraîl ya perçekirina Sûriyê bicih tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin