Sandên Tirkiye û rejîma Sûriyê li Lazqiyê dicivin
PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku dê şandên komîteyên teknîkî û ewlehiyê yên Tirkiye û Sûriyê, li bajarê Lazqiye bajaroka Kessab a Sûriyê civînan pêk bînin.
Li gorî çavkaniyê, wê komîteyên teknîkî û ewlekariyê yên Enqere û Şamê, di 20-21 û 22yê meha Çile de, li bajarokê Kessab ê bakuriyê Lazqiyeyê civînan bikin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku dê mijarên asayîkirina têkiliyên herdu aliyan jî werin gotûbêjkirin ku dê aliyê rûsî jî beşdarî civînan bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin