TEV-DEM: Operasyon plana hevbes a Tirkiye û rejîma Sûriyê ye

06 October 2019 14:15 0 dîtin
TEV-DEM: Operasyon plana hevbes a Tirkiye û rejîma Sûriyê ye

PeyamaKurd - Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso ragihand ku plana êrîşa li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê planeke hevpar a Rûsya, Îran, rejîma Sûriye û dewleta tirk e ku berê li ser lihevkirin çêbûye.

Xerîb Hiso di hevpeyvîna Ersîn Çaksu ya ANFê de, li ser gefên operasyona dijî Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê û amadekariyên êrîşê axivî û got, Eşkereye ku Erdogan û dewleta tirk biryara şer dane.

Hevserokê TEV-DEMê Xerîb HisoXerîb Hiso destnîşan kir, "Êw ê li dijî êrîşê xwe biparêzin û bang li civaka navdewletî jî kir û diyar kir, “Em ê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev gef û mejiyê dagirkeriyê yê Erdogan ji Osmaniyan tê. Dixwaze vê yekê niha jî bidomîne. Ji ber ku heta niha her tişta kirin jê re ma, niha jî bi hêsanî gefên xwe didomînin. Ji ber ku hesab jê nehate pirsîn cesaretê dibîne ku komkujiyên nû bike.”

Hiso da xuya kirin, “Sedema zêdegaviyên wê ev e. Erdogan li dijî gelê kurd, gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryara komkujiyê daye… Li pêşiya tevahiya dinyayê gefan dixwe, planên dagirkerî û komkujiyê nîşan dide. Tevî ku her kes metirsiyê dibîne jî kes tiştekî li dijî vê yekê nake.”

Xerîb Hiso amadekariyên êrîşê wekî planeke hevbeş a Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyê bi nav kir got, “Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe. Di demekê ku Erdogan gefan dixwe de rejîma Sûriyeyê jî HSDê dike hedef. Ev jî nîşaneya plana hevpar e. Li pişt wan jî Îran û Rûsya hene. Vê planê bi rengekî hevpar pêk tînin.”