Reuters: Tirkiye pistî teqîna Taksîmê plana operasyoneke nû ya ser Rojava dike!
PeyamaKurd – Hat ragihandin, Tirkiye bi hincet nîşandana êrîşa bombeyî ya Taksîma Stenbolê ku ji aliyê PKK, YPG, HSD û KCKê ve bi daxuyaniyên cuda hatiye redkirin ku ji aliyên wan ve nehatiye kirin, plana operasyoneke dijî Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarekî Tirk ê navê xwe eşkere nekeriye, Tirkiye piştî bidawîkirina operasyona li Herêma Kurdistanê ya dijî PKKê, wê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û plan dike operasyoneke nû bide destpêkirin.
Rayedarê Tirk ji Reutersê re gotiye ku gefên ji Sûriyê yên PKK û DAIŞê yên li ser Tirkiyê nayê qebûlkirin û wê Enqere gefa li ser sînorê başûr berteref bike.
Herwiha wî rayedarî îdia kiriye ku wê operasyoneke nû dest pê bike, lê derbarê wê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî çend caran piştî daxuyaniyên Erdogan tevgera leşkerî ya artêşa Tirk û komên opozîsyona Sûriyê li hember hêzên Rojavayê Kurdistanê ketibûn amadebaşiyê, lê operasyona ku tê behskirin hîn nehatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin