Sûriye | Rûsya û Tirkiye dê operasyona hevbes pêk bînin
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku dê li civîna Soçî ya 14ê Sibatê ku di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk tê, operasyona hevbeş a Idlibê were gotûbêjkirin ku niha Idlib ji aliyê çekdarên alîgirên Tirkiyê û HTŞ-El Nûsra ve tê kontrolkirin.
Li gor nûçeya medya Rûsî, dê di hevdîtinên Soçiyê yên 14ê Sibatê de, mijara operasyona hevbeş a ser Idlibê were ser masê ku babeta sereka ya lutkeya Soçiyê ye.
Hat zanîn ku beriya lutkeya Soçiyê şandeke Tirkiyê ya ewlekariyê çûye Moskowê û mijara operasyona hevbeş a Idlibê bi wan re jî hatiye axaftin.
Li gor zanyariyan dê operasyona hevbeş a Rûsya-Tirkiyê li dijî hêzên HTŞê bê kirin ku girêdayî El Qaydê ye û niha piraniya herêma Idbilê xistiye jêr kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin