Nûnerên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê 21ê Hezîranê li Astanayê dicivin

14 June 2023 23:17 0 dîtin
Nûnerên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê 21ê Hezîranê li Astanayê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, 21ê Hezîranê li Astana ya paytexta Kazaxistanê bicivin.

Medya Rûsyayê ragihand ku cîgirê wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê, 21ê Hezîranê li Astanayê bi rojeve “Sûriyê” dicivin.

Wezîrên derve yên çar dewletan herî dawî 10ê Gulana 2023an li Moskowê civiyabûn û asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê hatibû gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye dixwaze bi Sûriyê re pêwendiyên xwe asayî bike, lê rêveberiya Sûriyê ragihandiye ku heta leşkerên Tirkiyê ji axa Sûriyê venekişin, têkilî asayî nabin.