Tirkiyê ji bo serê opozîsyon û rejîma Sûriyê Sam sûcdar kir
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçeli, li ser şer û pevçûnên komên opozîsyona Sûriyê yên HTŞ seroktiya wan dike û rejîma Sûriyê yê li Helebê daxuyanî da.
Keçelî got ku ji bo Tirkiyê pêkanîna aramîya li Idlib û derdora wê girîng e û diyar kir, “Tirkiye hemû berpirsiyariyên xwe yên peymanên bûye aliyekî wan bi hurgilî bicih tîne.”
Keçelî bal kişand ser peymanên 2017an ên kêmkirina rageşiyê yên bo herêma Idlibê û da zanîn, êrîş dawiyê yên rejîmê bi ser Idlibê de dûrî rûhê hevdîtinên Astanayê ye û xwest, dawî li wan êrîşan were daku rageşiya nayê xwestin li herêmê pêk neyê.
Berdevkê Wezareta Tirk, bêyî ku behsa êrîşên komên çekdar û rêxistina HTŞê bike hêzên Kurd ên li Til Rifat û Minbicê bibîr xist û got, ew wan ji nêzîk ve dişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin