Li Siwêdayê gelek efserên rejîma Sûriyê hatin revandin

25 April 2024 18:31 0 dîtin
Li Siwêdayê gelek efserên rejîma Sûriyê hatin revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî xwendekarek li bajarê Siwêda yê Sûriyê hatiye girtin, xelkê Siwêdayê gelek efserên rejîma Sûriyê revandine.

Malpera Siweyda 24 ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar ragihandiye, komeke xelkê Siwêdayê gelek efserên rejîma Sûriyê revandin. 

Hatiye diyarkirin ku beriya niha hêzên Sûriyê xwendekarekî zanîngehê girtiye û ji meha Sibatê ve jî hîn nehatiye berdan ku bûyera revandina efseran jî ji ber wê pêk hatiye.

Malperê daye zanîn ku belavbûna îdiayên îşkence li xwendekarê girtî tê kirin, hiştiye ku xelk vê bertekê nîşan bide û efseran birevîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Siwêdayê demek dirêj e li dijî Esed û rejîma Sûriyê xwepêşandan berdewam dikin û xelkê bajêr li Qada Kerame kom dibe û banga guhertina siyasî li gorî biryara 2254an a NY, serbestberdana girtiyan û hilweşandina rejîmê dike.