NH: Hêzên rejîma Sûriyê gelek sîvîlan kustin

01 March 2019 22:32 0 dîtin
NH: Hêzên rejîma Sûriyê gelek sîvîlan kustin

PeyamaKurd- Konseya Mafên Mirovan, komîsyona navdewletî ya lêpirsînê bo Sûriyê ya bi ser Neteweyên Hevgirtî, raporekî di derheqê Sûriyê de belav kir. Di raporê de tê gotin ku tevî herêmên bê sîlih hatine avakirin, hêzên hewayî yên rejîmê gelek sîvîlan kuştine.

Di rapora komîsyonê de tê gotin ku rêvebirirya Şamê êrîşan dibe ser jîngehên sîvîl yên li Idlibê û bo zerar negihê sîvîlan tedbîr nayên sitendin. Di raporê de hat ragihandin ku heya niha jin, zarok û pîr di nav de bi hezaran kes hatine kuştin.

Di raporê de heye ku herêmên dikevin destê rejîmê, rejîm bi zorê mirovan lê digrin û kesên ku dixwazin dagerin, ji wan re zahmetiyan diafirînin. Lê tevî her tiştî lihevkirina Soçiyê bo Idlibê fêde daye û di raporê de ev gotin heye.