Li Samê wesayîta hêzên Sûriyê hate teqandin: Gelek lesker birîndar bûn…

30 October 2023 21:01 0 dîtin
Li Samê wesayîta hêzên Sûriyê hate teqandin: Gelek lesker birîndar bûn…

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 30yê Cotmehê, wesayîteke leşkerî ya rejîma Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hate teqandin.

Li gorî ragihandina malpera ′Dera 24′, mayîna ku kesên nenas li ser rêya Şam-Dera li nêzî bajarokê Muhece bi cih kiribû, di dema derbasbûna wesayîteke hêzên Şamê de teqiya. 

Hateye diyarkirin ku di encama teqînê de, gelek leşkerên rejîmê birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.