Serê rejîma Sûriyê û grûbên bi desteka Tirkiyê dewam dike

10 July 2020 01:34 0 dîtin
Serê rejîma Sûriyê û grûbên bi desteka Tirkiyê dewam dike

PeyamaKurd- Li başûrê bajarê Idlibê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û grûbên ku ji aliyê Tirkiyê de tên destekkirin de şer dewam dike. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku şerê navbera her dû aliyan gelek dijware.

SOHR ragihand ku li nêzî Helebê, serpereştekî Cebhe el-Weteniya ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê de hatiye kuştin. Li aliyê dinê grûbên bi desteka Tirkiyê li başûrê Idlibê li devera Kefer Nubul û gundê Şûrlînê û li Çiyayê Şehşebo yê bi topan li noqteyên leşkerî dane û leşkerekî Sûriyê hatiye kuştin.