Kazimî civîneke awarte ya ewlekariyê li dar xist: Demildest vekisin!

29 August 2022 19:53 0 dîtin
Kazimî civîneke awarte ya ewlekariyê li dar xist: Demildest vekisin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî xwepêşandanên alîgirên Sedr û girtina ser Herêma Kesk û Koşka Serokomariyê, li Biryargeha Fermandariya Hêzên Hevbeş civîneke awarte ya ewlekariyê li dar xist.

Kazimî di civînê de, daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku canê xwepêşanderan, mal û milkên dewletê biparêzin û rê li ber her kesên ku êrîşî saziyan bikin bigirin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bang li xwepêşanderan jî kir ku demildest ji herêma Kesk vekişin û aştî û aramiya welat nexin xeterê.

Kazimî îro piştî vekişîna Muqteda Sedr ji siyaseta Iraqê û alozbûna rewşê ji Sedr daxwaza alîkariyê kiribû daku alîgirên wî ji Herêma Kesk vekişin.

Li gorî zanyariyên dawî di xwepêşandanên Bexdayê de heta niha 3 kesan can daye û hêzên ewlekariyê jî destwerdana xwepêşanderan dikin.