Îddîa: Rêveberiya Biden ji bo HSDê zextê li Tirkiyeyê dike

09 December 2024 11:59 0 dîtin
Îddîa: Rêveberiya Biden ji bo HSDê zextê li Tirkiyeyê dike

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku rêveberiya Biden ji bo êrîşên SNA yên li ser HSDê rawestîne zext li Tirkiyeyê kiriye.Li gorî îdiayê, Rêveberê CIAyê Burns, Wezîrê Karên Derve Blinken û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Sullivan di vê çarçoveyê de bi hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîne.

Piştî rûxandina fermî ya rêveberiya Beşar Esed li Sûriyê, Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, li Minbicê li rojavayê Firatê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê hêzên Kurdî ve hatiye avakirin, kir.

Her çend Artêşa Niştimanî ya Sûriyê îdîa dike ku di demeke kurt de Minbicê bi dest xistiye jî, çavkaniyên nêzî HSDê vê îdîayê red dikin û dîmenên ji bajêr parve dikin.

Li herêmê pevçûn didomin, hat îdiakirin ku DYA ji bo pêşî li êrîşan bigire zextê li Tirkiyeyê dike.

Rêveberiya Biden ji bo HSDê zextê li Tirkiyeyê dike

Li gorî nûçeya nûçegihanê Pentagonê yê Al Monitor Jared Szuba ku li ser bingeha rayedarên DYAyê ye, rêveberiya Biden bi rêyên dîplomatîk zextê li Tirkiyeyê dike ku êrîşên SNAyê yên li ser HSDê rawestîne.

Rayedaran diyar kirin ku vekirina eniyên zêde ne di berjewendiya tu kesî de ye û gotin, "Em ji bo bêbandorkirina hinek ji wan dixebitin."

Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê Lloyd Austin, Serokê CIAyê Bill Burns, Wezîrê Karên Derve Antony Blinken û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan îro bi hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê re axiviye.

Biden di daxuyaniya xwe ya doh de gotibû ku aramiya li rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola HSDê de ye û leşkerên Amerîkayê yên li wir wê bên parastin.