Biden bang li serkirdeyên her du welatan dike: “Zextê li Hamasê bikin”!

06 April 2024 09:15 0 dîtin
Biden bang li serkirdeyên her du welatan dike: “Zextê li Hamasê bikin”!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Bîden ji serokên Misir û Qeterê re nameyek şandiye û tê de daxwaza "Zexta li ser Hamasê ji bo agirbestê were kirin" kiriye.

Rayedarekî ku navê wî nehat zanîn ku daxuyanî da çapemeniya DYAyê, diyar kir ku Biden herî dawî nameyek taybet ji Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re şandiye.

Li gorî vê yekê, Biden di nameya xwe de bang li Misir û Qeterê kir ku "ji bo lezkirina hevdîtinên agirbestê zextê li Hamasê bikin."

Hêjayî gotinê ye ku ev name hevdem bûn ligel nûçeya ku Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) Bill Burns wê li Qahîreyê bi rayedarên payebilind ên Qeter, Misir û Îsraîlê re li ser mijara pevguhertina girtiyan di navbera Îsraîl û Hamasê de bicive.

Serokê Amerîka Biden îro Pêncşemê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî û bang kir ku "li Xezzeyê demildest agirbest were ragihandin" û "Îsraîl di vê mijarê de ji bo agirbestê gavan biavêje."