Joe Biden yekem serdana derve li 3 welatan dike

08 June 2021 16:31 0 dîtin
Joe Biden yekem serdana derve li 3 welatan dike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, yekem serdana xwe ya derve di navbera 9-16ê Hezîranê de li 3 welatan dide destpêkirin.

Serokê Amerîkayê wê di navbera rojên 9-16ê Hezîranê de serdana welatên Brîtanya, Belçîka û Swîsreyê bike.

Biryare Joe Biden beşdarî Lutkeya G7an û Lutkeya NATOyê bibe û di wê çarçoveyê de, hevdîtinên rûbirû bi serokên dewletan re pêk bîne.

Li gorî bernameya Koşka Spî çav li rê ye 14ê Hezîranê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û 16ê Hezîranê jî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re yekem hevdîtinên xwe yên piştî hatina ser kar pêk bîne.