Serokwezîrê Çînê yekem serdana derve bo Almanyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Berlînê pêşwazî li Serokwezîrê Çînê Li Qiang kir. Hat ragihandin ku piştî Serokwezîrê Çînê Li Qang di meha Adarê de dest bi kar kiriye, ev yekem serdana wî ya derve ye.
Li Qang pêşî bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re hevdîtin kir û piştre jî bi Serokwezîr Olaf Scholz re civiya.
Hat zanîn ku wê di 7emîn Şêwira Navdewletî ya Çîn-Almanya de, Li Qang û Scholz bibin hevserok û herwiha wê Li Qang beşdarî Foruma Hevkariya Aborî û Teknîkî ya Çîn-Almanya bibe.
Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Çîn Li Qang piştî Almanyayê serdana Fransayê jî bike û li Parîsê beşdarî Civîna Bilind a Pakta Fînansa Nû ya Cîhanê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin