Îbrahîm Reîsî: Biden, aloziya li welatan sor dike
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a di derbarê Îranê de da. Reîsî li ser rewşê got ku ew bi van daxuyaniyên xwe alozî û terorên li welatên din sor dike.
Îbrahîm Reîsî, di civîna Civata Wezîran a ku li paytexta Îranê ya Tehranê hat kirin de bal kişand ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden û amaje kir ku ew bi vê helwesta xwe terorê sor dike.
Reîsî got ku “Serokê Amerîkayê, bi daxuyaniyên ku dide, alozî û terora li welatên din sor dike. Amerîka, piştgiriyê dide xwepêşandanên Îranê û bi vî awayî hewil dide ku Îraniyan mehkûmî bêhêvîtî û aloziyê bike.”
Serokomarê Îranê, Amerîkayê wekî ‘şeytanê mezin’ pênase kir û amaje kir ku rêveberiya Amerîkayê piştgiriya teror, alozî û sabotajên li herêmê dike. Reîsî bal kişand ser rewşa Filîstîn û Efxanîstanê jî û got ku
“70 sal in rejîma Sîyonîst a Îsraîlê ku Filîstînê dagir dike, ji aliyê Amerîkayê ve tê destekkirin û dagirkeriya Amerîkayê ya Efxanîstanê jî dîsa ji van kirinên mezin ên şeytên in.”
Reîsî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew ê Amerîka di van operasyon û êrîşên li dijî Îranê dike de bi ser nekeve û di vê hişmendiya li ser Îranê derdixe holê de dê negihîje hedefa xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin