Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di yekem daxuyanîya xwe de bang li Biden kir!..
PeyamaKurd – Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî hilbijartina xwe, yekem car civîneke rojnamevanî li dar xist.
Reîsî di daxuyaniyên xwe de li ser peymana nukleerî got, siyaseta derve ya Îranê ne tenê girêdayî peymana atomî ye û Amerîka bi pêkneanîna peymana nukleerî ya 2015an tawanbar kir.
Reîsî herwiha got ku Yekîtiya Ewropayê jî li ser sozên xwe nemaye û li ser pirsa ‘gelo wê Îran bi rêveberiya Joe Biden a Amerîkayê re danûstandinê bike?’ jî ev bersiv da: “Biden çima pabendî sozên hikûmetên berê nabe? Ez pêşniyar dikim, bi awayekî cidî rêveberiya Amerîka sozên xwe bicih werîne û dorpêçan rake.”
Serokomarê Îranê di axaftina xwe de, bêhtir li ser yekîtiya netewî ya Îranê, başkirina rewşa aborîya xelkê, têkoşîna dijî gendeliyê û parastina şoreşa îslamî ya îranê peyam dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin