Angast: Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Reîsî tê de bû ket

19 May 2024 16:31 0 dîtin
Angast: Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Reîsî tê de bû ket

PeyamaKurd - Hate angaştin ku helîkoptera Serokomar Îbrahîm Reîsî tê de bûye ketiye û hîn xwe negihandine cihê ku helîkopter lê ketiye.

Hate ragihandin ku hêzên asmanî yên Îranê, li devera ku tê angaştin helîkopter lê ketiye bi dronan li kavilê helîkopterê digerin.

Televîzyona dewletê ya rejîma Îranê angaşt ku helîkoptera Serokomar Reîsî tê de bûye, ji ber pirsgirêkekê, ji bêçarî hatiye daxistin. Ajansa Tasmînê jî wêneyên ku Reîsî ji helîkopterê daketiye parve kir, lê belê hate diyarkirin ku ew wêne ne wêneyên ketina helîkopterê, yên 2 sal berê ne.

Hat diyarkirin ku helîkoptera Reîsî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ji ber sedemeke ne diyar ketiye.

Ajansên fermî yên Îranê angaştin ku ji ber vê qezayê Serokomarê Îranê û şandeya pê re bi rêya bejayî diçe Tebrîzê.

Hate gotin ku di helîkopterê de, li gel Serokkomar Îbrahîm Reîsî, her wiha Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan û Parêzgarê Azerbaycana Rojhelat Ayetullah El Haşim jî hebûne.

Parêzgariya Azerbaycana Rojhilat jî di derbarê bûyerê de da zanîn ku di konvoya Reîsî de 3 helîkopter hebûne û ji 3 helîkopteran 2 helîkopter rizgar bûne, lê belê helîkoptera sêyemîn ketiye xwarê.

Parêzgariyê daye zanîn ku heya niha ew nikarin di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyan ragihînin û ew hewl didin ku xwe bigihînin cihê bûyerê.

Bêdengiya fermî

Ajansên navneteweyî di raportên xwe de tînin ziman ku di derbarê bûyerê de parvenekirina agahiyan a dezgehên fermî yên Îranê, egera ku serokomar jî di helîkoptera ku ketiye de ye zêde dike.

Rayedarên Îranê jî angaştin Parêzgarê Azerbaycana Rojhelat Ayetullah Ali Haşim ku yek ji rêwiyê helîkopterê ye, piştî ketina helîkopterê bi telefonê pêwendî bi wan re daniye û gotin ku "ev yek jî nîşan dide ku kesên di helîkopterê de bûne sax in.