Wezîrê berê yê Îranê Amerîka bi ketina helîkoptera Reîsî tawanbar kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê berê yê Îranê Cewad Zerîf ji ketina helîkoptera Îranê ya ku Serokomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahyan tê de mirin, Amerîka tawanbar kir.
Cewad Zerîf ji ajanseke welatê xwe re ragihandiye ku sedema ketina xwarê ya helîkoptera Serokomarê Îranê Amerîka ye, ji ber ku dorpêç danîne ser hawirdekirina parçeyên nû yên sektora balafirvaniya Îranê.
Zerîf gotiye, cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê, hawirdekirina balafir û parçe û amûrên taybet ên çêkirina balafiran li xwe digre, di nav wan de jî ew helîkopterên ji aliyê Amerîkayê ve hatine çêkirin û ji aliyê Serokomariya Îranê ve têne bikaranîn ên cureya DI-212 jî di nav de hene.
Mihemed Cewad Zerîf herwiha diyar kir ku gelê Îranê gelek hişyar e û ji giranbûna rewşê têdigihe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin