Îranê doza darbeya 71 sal berê li Amerîkayê vekir

19 August 2024 19:50 0 dîtin
Îranê doza darbeya 71 sal berê li Amerîkayê vekir

PeyamaKurd – Îranê derbarê darbeya 71 sal berê ya ji kar xistina Serokwezîrê Îranê Muhammed Musaddiq di sala 1953yan de doz li Amerîkayê vekir. Îran îdia dike ku di darbeyê de rola îstixbarata Amerîka CIA û îstixbarata Brîtanyayê MI6ê heye.

Îranê bi hinceta rola Amerîkayê di wê darbeyê de hebûye doz li Amerîkayê vekir û yekem danişîna dozê jî doh li Dadgeha Tehranê ya 55. a Hiqûqa Navdewletî birêve çû.

Di danişînê de ji bilî gelek welatiyên Îranê neviyê Musaddiq Mahmud Musaddiq jî amadehî kir.

Hate ragihandin ku doz ji aliyê 402 hezar zêdetir îraniyan ve li ser hikûmeta Amerîkayê hatiye vekirin.

Hêjayî gotinê ye, Muhammed Musaddiq di sala 1953yan de piştî ku dest danîbû ser petrola îngilizan ango kiribû malê Îranê bi demekê bi darbeyekê ji deshilatê hatibû xistin.