Meclisa Îranê li ser nukleerê doza garantiyên siyasî li Amerîkayê kir
PeyamaKurd- Meclisa Îranê ji bo hevdîtinên nukleerê yên li Viyanayê, ji Amerîkayê garantiyên yasayî xwest da ku Amerîka xwe yekalî jê venekişîne.
Piraniya parlementerên li meclisê, li ser vê biryarê hevdeng in û ji bo van garantiyên yasayî hinek şert danîn. Li gorî ajansa fermî ya Îranê, li parlementoya 290 kursiyî, 250 parlementeran danezana di derbarê nukleerê de destnîşan kir.
Di danezana meclisê de hat diyarkirin ku gotinên Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di nav de; ew tu gotinên devkî yên ji Washingtonê, wekî garantî qebûl nakin. Hat xwestin ku ji bo peymaneke mayînde divê biryar ji aliyê Kongreya Amerîkayê were erêkirin.
Bi berdewamî hat xwestin ku divê dorpêçên nû li ser sazî û dezgehên Îranê û kesayetan neyên danîn û ev yek jî di peymanê de were destnîşankirin.Parlementeran bi rêya bangewaziyê xwest ku divê Îran bikaribe bi hêsanî hinardeya petrolê bike û dahatên ji petrolê bi hêsanî bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin