Daxuyaniya Îranê: Helîkoptera Reîsî tê de bû ji ber mijê danî xwarê

19 May 2024 18:15 0 dîtin
Daxuyaniya Îranê: Helîkoptera Reîsî tê de bû ji ber mijê danî xwarê

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê rejîma Îranê Ahmed Wehidî ragihand helîkoptera ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî tê de bûye, ji ber rewşa xerab a hewayê ji bêçarî daniye xwarê.

Ahmed Wahidî ji televizyona dewletê re axavî û da zanîn ku tîmên rizgarkirinê tavilê dest bi lêgerîna helîkopterê kirine, lê belê hîn jî negihîştine cihê bûyerê.

Wehidî diyar kir, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser sînorê her du welatan beşdarî merasîma vekirina bendavekê bûne û helîkoptereke ji konvoya Reîsî di vegerê de ji ber rewşa xerab a hewayê qeza kiriye û got: "Helîkoptera ku Serokkomar (Reîsî) tê de bû, ji ber rewşa xerab a hewayê ji bêçarî daniye xwarê. Tîmên rizgarkirinê ber bi herêmê ve çûn, lê belê ji ber ku li herêmê mij heye û rê nade, dibe ku gihîştina helîkopterê hinekî dereng bibe."