Daxuyaniya Reîsî li ser teqînên li Îranê!

04 January 2024 11:26 0 dîtin
Daxuyaniya Reîsî li ser teqînên li Îranê!

PeyamaKurd – Derbarê teqînên bajarê Kirmanê de, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got, "Em ê berpirs û plansazên vê tawana nemirovane û sûcdar eşkere bikin."

Reîsî di daxuyaniya xwe ya piştî xwepêşandanên li bajarê Kirmanê yê Îranê de got, "Bêguman wê di demeke herî kurt de berpirsên vê êrîşa hovane ji aliyê yekîneyên hêzên me yên polîs ve bên eşkerekirin û kiryarên wan ên hovane bên cezakirin."

Reîsî sersaxî ji gelê Îranê re xwest û got, “Ez vê êrîşa terorîstî ya kujer şermezar dikim û êşa malbatên xemgîn parve dikim. Em ê berpirs û plansazên vî sûcê nemirovane û sûcdar eşkere bikin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî got, "Hêzên ewlehiyê yên Îranê wê di zûtirîn demê de bersiveke tund û bibiryar bidin wan kesên ku ev sûc kirine."

Ji aliyê din ve, piştî êrîşan, ji 3ê Çileyê ve al hatin daxistin û ji bo sibê (04.01.2024) li seranserê welêt şîna neteweyî hat ragihandin.