Ji Îranê daxuyaniya hevdîtina Reîsî û Esed: Serfiraziya hevpar…

08 May 2023 20:29 0 dîtin
Ji Îranê daxuyaniya hevdîtina Reîsî û Esed: Serfiraziya hevpar…

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, îro 8ê Gulanê di civîna heftane ya rojnamevanî de, derbarê serdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Sûriyê û vegera Sûriyê bo Komkara Erebî de nirxandin kirin.

Nasir Kenanî li ser serdana Reîsî ya Şamê û hevdîtina ligel Beşar Esed got ku ew serdan peyama ‘serfiraziya hevpar e’ û diyar kir, herdu welat jî bi hevkariya nû ya ewlekarî û bazirganiyê dixwazin pêwendiyan bigihînin asteke din.

Herwiha Kenanî, li ser pêkhatina serdana yekem a serokomarê Îranê bo Sûriyeyê jî got, “Ev ji bo pêwendiyên herdu welatên dost geşedaneke girîng e. Dê ev serdan piştî têkbirina rêxistinên terorê di navbera herdu welatan de bibe pireya derfetên nû.”

Li ser piştî 12 salan vegera Sûriyê bo Komkara Erebî jî Kenanî diyar kir ku ew hêvî dikin piştî vê biryarê hevkariya navbera Sûriye û welatên herêmê pêk were.