Îranê pistî hevdîtina Soygu û Esed hêza xwe ya li Idlibê zêde kir

24 March 2020 22:01 0 dîtin
Îranê pistî hevdîtina Soygu û Esed hêza xwe ya li Idlibê zêde kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandin ku hêzên girêdayî Îranê baregehên xwe yên li derdora bajarê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê, navenda bajarê Kefer Nibul a gundewarên başûrê Idlibê û xalên din li Cebel El-Zawiyê zêde dike.

Li gorî çavkaniyên SOHRê, hêzên bi navê “313” li derdora Kefer Nibulê belav dibin. Ew hêz piştggiriyê ji Îranê digirin û Îran wan fînanse dike.

Li navenda bajarê Seraqib hêzên bi navê ‘El-Ridwan’ belav dibin ku bi temamî girêdayî Hizbullah a Lubnanê ne û li derdora Seraqibê hêzên Iraqê yên alîgirên Îranê belav bûne. Wê hêzê her wiha nuqteyên xwe li derdora çiyayê Şehşebo yê bakurê rojavayê Hemayê xurt kir û hêza bi navê ‘Fuc El-Nebî El-Ekrem’ li wir belav kir.

Hêzên alîgirên ‘Pasdarên Îranê’ jî binkeyên xwe xurt kirine û sewqiyatên leşkerî anîne herêma El-Îs a gundewarên başûrê Helebê û li hin deverên nû li derdora herêmê belav bûne ku çekên giran jî bo wan hêzan hatine şandin.

SOHRê ragihand ku hêzên rejîmê di saetên derengiya şeva duşemê de tevî biryara agirbestê herêmên El-Bara, Avis û Kefer Eweyid ên başûrê Idlibê, bi moşekan bombebaran kir.

Komên çekdar bersiva bombebaranê dan û navendên rejîmê yên li Seraqib û Kefer Nibul bi gelek moşekan bombebaran kirin. Balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêma Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê geriyan.

Çavkaniyên ji Şamê ji rojnameya El-Ereb re destnîşan kir ku di serdanê de îhtîmala xebateke leşkerî ya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê û Sûriyê bêyî beşdarbûna Îranê, xuya kiriye.

Îran ji tevgerên siyasî yên derbarê aloziya Sûriyê de hat dûrxistin û beşdarî civînên Astanayê nehat kirin ku yek ji damezînerên civînan bû. Lewra çavdêr der barê nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyê de ji aliyekî ve û Rûsya û Amerîka ji aliyekî din ve, metirsiyên xwe nîşan didin.

Tê ragihandin ku ev liv û tevgera nû ya hêzên girêdayî Îranê piştî serdana wezîrê berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û hevdîtina  li Şamê bi Beşar Esed re pêk hatiye.