Wezîrê Kurd ê Îranê pistî ku îstifa kir bû sêwirmendê Îbrahîm Reîsî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Kar ê Îranê Hucetulla Ebdullmelikî ku bixwe kurd e, cara duyem nameya îstifayê gihand Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û dest ji kar kişandina wî hat qebûlkirin.
Hucet Ebdulmelekî ku bi binpêkirina yasayê ji aliyê malnişînan ve dihat tohmetbarkirin, îro li ser Twitterê peyamek belav kir û got, "Dest ji kar kişandina min ji bo wê yekê ye ku hevahengî di nav hikûmetê de zêdetir bibe."
Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadorî Cehromî jî diyar kir: "Birêz doktor Ebdulmelekî, berê jî dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî serokomar kiribû, lê serokomar doh dest ji kar kişandina wî pesend kir, dest ji kar kişandina wî ji bo bihêzkirina hevkariyên navxwe yên hikûmetê û baştirkirina xizmetguzariyan ji bo xelkê bûye."
Ebdulmelekî ku wekî yek ji xwedî nerînên aboriya berevaniyê ya Îranê tê naskirin, Hewramî ye û xelkê bajarê Qurne yê Rojhelatê Kurdistanê ye.
Piştî îstifayê jî bû şêwirmendê serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku Ebdulmelekî di rewşeke ku li ser rewşa aborî û giraniya bazarê nerazîbûnên li hikûmetê zêde dibin û behsa guhertinan di hikûmetê de tê kirin, îstifa kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin