Bokan | Rejîma Îranê pistî qetilkirina birayê wê, jineke kurd girtiye

29 October 2024 14:06 0 dîtin
Bokan | Rejîma Îranê pistî qetilkirina birayê wê, jineke kurd girtiye

PeyamaKurd – Solmaz Hesenzadeya ku endama malbatên dadxwaz e, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî salek cezayê girtîgehê hat. Ew hatiye girtin di rojbûna birayê xwe yê bi navê Mihemed Hesenzade de ku dema protestoyên bo Jîna Emîniyê hatibû qetilkirin.

Raporeke ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, radigihîne ku vê dawiyê Solmaz Hesenzade, xwişka Mihemed Hesenzadeyê dema protestoyên bo Jîna Emîniyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatî qetilkirin, ji aliyê Şaxê 101ê yê Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê”, mehkûmî salek cezayê girtîgehê hatiye.

Heman rapor radigihîne ku Solmaz Hesenzade digel bavê xwe yê bi navê Ehmed Hesenzade roja sêşemiya 30ê Tîrmehê,  di rojbûna birayê wê Mihemed Hesenzade de bi êrîşa hêzên îdareya Îtila’etê ya bi ser mala wan de hatibûn girtin bêyî ku belgeyên qanûnî nîşanî wan bidin û êşkenceyên fizîkî li wan kiribûn.

Dayika wê Ezîme jî ji aliyê van hêzan ve rastî êşkenceyê hatibû û ji ber birînên xwe bo nexweşxaneya Doktor Qulîpûr a Bokanê hatibû veguhastin.

Solmaz Hesenzade roja Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an, piştî 8 rojên gireva birçîbûnê ya li hucreyeke yekkesî û 14 rojên binçavkirin, di dawiyê de bi dayina pereyekî pir bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Ûrmiyê hatibû berdan.