Cenazeyê Îbrahîm Reîsî îro tê vesartin

23 May 2024 11:00 0 dîtin
Cenazeyê Îbrahîm Reîsî îro tê vesartin

PeyamaKurd – Cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, wê li bajarê Meşheda ku lê ji dayik bûye bê veşartin.

Piştî ketina helîkopterê îro roja dawî ya merasîma 3 rojî ya oxirkirina Serokomar Îbrahîm Reîsî li Îranê ye.

Îranî wê îro di rêwîtiya wî ya dawî de xatirê xwe ji Îbrahîm Reîsî bixwazin. Reîsî wê li bajarê ku lê ji dayik bûye, li Meşhedê were veşartin.

Merasîma li paytext Tehranê ku rawestgeha duyemîn a merasima ku li Tebrîzê destpê kiribû, doh pêk hat. Bi deh hezaran kes beşdarî merasîma xatirxwestina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û kesên pê re bûn ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêberê olî Ayetullah Xamineyî nimêja cenazê kir.

Merasîma sersaxiyê ji bo wezîrê karên derve yê nemir ê Îranê "Husên Emîr Ebdullahiyan" li Wezareta Karên Derve ya Tehranê tê lidarxistin û termê wî wê li tirba Şah Ebdulezim Hesenî li başûrê Tehranê were veşartin.