Rojîna ku pistî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin di nava girî û tîlîliyan de hat vesartin

16 October 2024 10:33 0 dîtin
Rojîna ku pistî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin di nava girî û tîlîliyan de hat vesartin

PeyamaKurd – Cenazeyê Rojîn Kabaiş a 21 salî ku di 27ê Îlonê de li Wanê wenda bû û cenazeyê wê li qeraxa Gola Wanê hat dîtin, li Diyarbekirê di nava girseyan de hat veşartin.

Cenazeyê xwendekarê Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYÛ) Kabaiş ê ku ji hevalên xwe re got ku ji bo komkirina keviran diçe behrê û ji 27ê Îlonê û vir ve careke din agahî jê nehat girtin, li qeraxa Gola Wanê navçeya Mollakasim a navçeya Tuşbayê hat dîtin.

Piştî ku ji rewşê hat agahdarkirin ekîbên Midûriyeta Polîsan, AFAD, Cendirmeyan û Fermandariya Koma Gola Wanê ya Ewlehiya Peravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Cenazeyê Kabaiş piştî lêkolînên ku ekîbên li cihê bûyerê kirin ji bo otopsiyê bi wesayîta cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Piştî otopsiyê cenazeyê keça ciwan nîvê şevê radestî malbatê hat kirin. Nîzamettîn Kabaiş û xizmên wî yên ku ji ber wendabûna keça wî xemgîn bûn, dema li ber Saziya Tipa Edlî ya Wanê rawestiyan, hêsîrê xwe negirtin.

Li gor zanyariyan, ji ber biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de, encamên otopsiyê ji malbatê re nehat dayîn.

Cenazeyê Rojîn Kabaiş a danê sibehê gihîşt Diyarbekirê, li Goristana Yenîkoyê bi girî û tilîliyan hat definkirin.

Hat zanîn ku dayika wê bi hêsir gora keça xwe hembêz kir, bi kurdî dûrik li ser gora keça xwe xwend û bi zehmetî ji ser gora keça xwe hat rakirin. Dema cenaze dihat definkirin endamên malbatê ji ser hişê xwe çûn.