Asîta Miksê | Cenazeyê karmendê agirkujê pistî 40 rojan hat dîtin
PeyamaKurd – Piştî ku 40 roj bi ser aşîta 5ê Sibatê ya li navçeya Miksê ya bajarê Wanê derbas bû, cenazeyê Mehmet Can Daşdemîr hat dîtin.
Di encama ketina aşîta 4-5ê Sibatê de, 41 kesan can dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn.
Xebatkarê agirkujê Mehmetcan Daşdemîr jî di bin aşîtê de mabû, lê ji ber şertên nebaş ên hewayê xebatên lêgerîna wî hatibûn rawestandin.
Piştî 40 rojan îro careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û di lêgerîna îro de tîmên rizgarkirinê xwe gîhandin cenazeyê Mehmet Can Daşdemîr.
Hat ragihandin ku cenazeyê Daşdemir piştî ji bin aşîtê hat derxistin ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin