Cenazê xortê wendayî pistî 23 rojan hat dîtin

29 April 2023 23:49 0 dîtin
Cenazê xortê wendayî pistî 23 rojan hat dîtin

PeyamaKurd – Xortê 15 salî yê bi navê Dirbaz Rizgar, li devera Raperînê li Çiyayê Makokê hat dîtin. Îro, li dora nîvro li Herêma Kurdistanê li devera Raperînê li Çiyayê Makokê agahiyê dan ciyên pêwendîdar ku cenazeyekî li çiya hatiye dîtin. Rêvebirya sîvîl ya bergiriyê ya Raperînê ragihand ku cenaze ji aliyê kesekî de ku çûye ji xwe re giya biçîne de hatiye dîtin.

Rêvebirî ragihand ku cenaze yê Dirbaz Rizgare ku ji 6 ê Nîsanê de wenda ye. Ciyên pêwendîdar ji roja ku Dirbaz wenda bûye heya niha lê digerin. Dirbaz Rizgar li Ranyayê, li navça Serlepkanê li gundê Norê dima û ji bo çêlekên malbatê yên li Çiyayê Makokê diçêriyan bîne malê, ji mal derketiye, pêre telefon nebûye û ji wê rojê de ji Dirbaz ti agahî nehatiye sitendin.

Hat ragihandin ku Dirbaz Rizgar ji çiya de ketiye jêr û jiyana xwe ji dest daye.