Cenazeyê ciwanê ku di Gola Wanê de wenda bûbû pistî 8 rojan hat dîtin
PeyamaKurd – Cenazeyê ciwanê ku di 20ê Hezîranê de ji bo hênik bibe ket Gola Wanê û tê de wenda bû, hat dîtin.
Lêgerîna Ahmet Hilmî Hanalp ê 22 salî ku li nêzî Girava Çarpanak a ku bi hevalên xwe re çûbû navçeya Tuşbayê dema di golê de avjenî dikir wenda bû îro jî berdewam kir.
Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Gola Wanê, Lêgerîn û Rizgarkirina Binê AFADê, Midûriyeta Polîsan, ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin di golê û qeraxê da xebitîn.
Cenazeyê ciwanê bê can ê ku bi robotê binê avê (ROV) ekîba divingê ya Fermandariya Ewlekariya Qeraxê di kûrahiya 22 metreyan de li peravên Gola Wanê hat tesbîtkirin, ji aliyê ekîban ve ji avê hat derxistin û teslîmkirin. Ekîbên Tenduristiyê yên Lezgîn 112 li qeraxê li bendê ne.
Cenazeyê Hanalp ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin