Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 42 kesan

17 July 2020 18:56 0 dîtin
Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 42 kesan

PeyamaKurd – 27ê Hezîranê keştiyeke penaberan li nav Gola Wanê binav bûbû û dihat texmînkirin ku nêzî 100 koçber di wê keştiyê de bûn.

Ev 20 roj in lêgerîna bo derxistina termên penaberan berdewam dike û herî dawî îro î termên du koçberên din ji nav Gola Wanê hatin derxistin ku yek ji wan zarok e. 

Bi dîtina van herdu terman re, hejmara cenazeyên ji nav Gola Wanê heta niha hatine derxistin gihîşst 42 kesan û hê jî lêgerîn berdewam dikin.

Termên penaberan ji kûrahiya106.5 metre ya Gola Wanê ji nav keştiya binavbûyî yek bi yek têne derxistin ku hîn nediyar e çend kesên din mane.

Li ser bûyerê heta niha 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine girtin.