Termê Rojîna ku li ber Gola Wanê winda bûbû hate dîtin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, ragihandin ku îro 15ê Cotmehê piştî windabûna wê bi 18 rojan, tîmên lêgerînê termê xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê, Rojîn Kabaîş a Diyarbekirî li ber peravên gundê Kasim ê Gola Wanê dîtin.
Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku termê Rojîn Kabaîş a 27ê Îlonê piştî ji cihê mayîna xwendekaran KYKê derketiye û ji wê rojê ve agahî jî nebû, mixabin li peravên gundê Kasim ê Gola Wanê hatiye dîtin.
Wezîr Yerlîkaya sersaxî ji malbatê re xwest.
Termê Rojînê ji bo otopsîyê bo Tiba Edlî ya Wanê hatiye veguhestin û dê lêkolîn li ser bê kirin bê sedema mirina wê çi ye. Malbata Rojînê guman dikir ku ew hatibe revandin.
Biryar e cenazeyê Rojînê bo Diyarbekirê bê şandin û bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin