Termê 11 penaberên din ji Gola Wanê hatin derxistin

06 July 2020 15:36 0 dîtin
Termê 11 penaberên din ji Gola Wanê hatin derxistin

PeyamaKurd – Di lêgerîna termên penaberan ku hefteya borî keştiya wan li nav Gola Wanê noq bûbû berdewam dike. Hat ragihandin ku heta niha 11 termên penaberan ji nav golê hatine derxistin.

Lêpirsîna li ser bûyera ku 27ê Hezîranê keştiyeke penaberan noqî avê bûye berdewam dike. Parêzgeriya Wanê herî dawî ragihand ku heta niha 5 kes hatine girtin û 2 kes jî binçavkirî ne ku 3 kes bi kontrola edlî, 4 kesên din jî piştî wergirtina îfadeyên wan hatine berdan.

Herwiha ji bo 17 kesan jî biryara girtinê hatiye dayîn.

Roja 27ê Hezîranê li Gola Wanê keştiyeke koçberan binav bûbû û Hikûmeta Tirkiyeyê ragihandibû ku di wê keştiyê de 60 koçber hebûn. Lê kesê ku jê rizgar bûye dibêje, nêzîkî 100 kesan tê de bûn û hemû jî biyanî ne.