Li Gola Wanê 3 termên penaberan hatin dîtin

10 July 2020 13:53 0 dîtin
Li Gola Wanê 3 termên penaberan hatin dîtin

PeyamaKurd – 27ê Hezîranê da li Gewaşê, li navçeya Wanê kelekek binav bûbû. Li gor agahiyên dawî, ji Gola Wanê 3 termên din ên penaberan hatin derxistin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Taxa Altinsacê didomin.

Li gorî çavkaniyên xwecîhî, ekîban vê sibehê termên 3 kesên din dîtine.

Li gorî vê encamê hejmara termên ku hatine dîtin, gihiştiye 16an.

Do jî keleka ku binav bibû hatibû dîtin û derxistin.

Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bibû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.