Li Tunisê, termên 901 penaberan hatin derxistin

27 July 2023 16:00 0 dîtin
Li Tunisê, termên 901 penaberan hatin derxistin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tunisê ve hat ragihandin ku ji sersalê û heta niha di xebatên lêgerîna deryayî de bi sedan termên penaberên dijqanûnî hatine dîtin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tunisê Kemal El-Fîqî, di axaftina xwe ya li Meclîsê de ragihand ku heta niha 901 termên penaberan hatine dîtin û diyar kir ku 36 jê Tunisî ne, 267 jê welatiyên biyanî ne û nasnameyên yên din jî nehatine tespîtkirin. 

Fîqî da zanîn ku di heman heyamê de 15 hezar û 327 kes hatine rizgarkirin û da zanîn ku xebatên ewlehiyê dê bibin sedema kêmbûna van hejmaran.

Wezîrê Tunisê destnîşan kir ku ji bo kêmkirina hejmara Afrîkiyên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin, ew ê zêdetir bi biryar bin ku sînorên xwe yên bejahiyê biparêzin.