Li Sêx Meqsûdê termên 14 kesan ji bin avahiya hilwesiyayî hatin derxistin

22 January 2023 12:31 0 dîtin
Li Sêx Meqsûdê termên 14 kesan ji bin avahiya hilwesiyayî hatin derxistin

PeyamaKurd - Ji bin avahiya 5 qatî ku îro Yekşemê beyaniyê li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hilweşiya termên 14 kesan hatin derxistin.

Hat ragihandin ku tîmên hawarhatinê, hêzên asayişê û hejmarek ambulans li cihê bûyerê e û hewla rizgarkirina xelkê asêmayî tê dayîn ku heta niha termên 14 kesan hatine derxistin.

Kesên di wê avahiyê de diman, piraniya wan koçberên Efrînê ne û heta niha zarokek û kalemêrek ji bin avahiya hilweşiyayî hatine rizgarkirin ku tê texmînkirin zêdetirî 30 kesên ji 7 malbatan tê de asê mane.Metirsî heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, piraniya Kurdên Efrînê yên piştî dagirkirina bajarê wan, koçber bûne dimînin.