Di nav çewlikê de termên 7 kesan hatin dîtin

26 June 2022 14:18 0 dîtin
Di nav çewlikê de termên 7 kesan hatin dîtin

PeyamaKurd -  Li bajaroka Chikindzonot ya welatê Meksîkayê, di nav çewlikekê de gelek termên mirovan hatin dîtin.

Rayedarên meksîkî ragihand ku piştî xebatên vekolanê di nav çewlikê de, termên 7 kesan hatine dîtin ku ji serê xwe gule xwarine û hatin kuştin.

Dozgeriya Meksîkayê li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.

Li medya meksîkî dibe ku ew bûyer ji ber şer û pevçûnên çeteyan rû daye ku gelek caran bûyerên bi wî rengî diqewimin.