Wan | Ji 100 penaberên nav kestiya noqbûyî termên 5 kesan hatin dîtin
PeyamaKurd - 27ê Hezîranê keştiyeke penaberan a bi qasî 100 kes tê de bûn li ser Gola Wanê noqî avê bûbû ku lêgerîna keştiyê û penaberan ev sê roj in berdewam dike.
Parêzgariya Wanê îro danê sibê ragihandibû ku heta niha tenê ajovanê keştiyê kesê bi navê Medeni Akbaş hatiye dîtin û radestî cendermeyan bûye.
Berêvarê Walîtiyê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku di encama lêgerîna tîmên rizgarkirinê de termên 5 penaberên biyanî hatiye dîtin û lêgerîn berdewam dikin.
Keştiya penaberan li dorûbera Girava Çarpanak a navçeya Tuşbayê noqî avê bûbû ku hê jî keştiya noqbûyî nehatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin