Termên 13 penaberên Kurd îro digihîjin Hewlêrê

02 August 2024 15:43 0 dîtin
Termên 13 penaberên Kurd îro digihîjin Hewlêrê

PeyamaKurd - Li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro termên 13 penaberên Kurd ji Îtalyayê ji bo Hewlêrê tên vegerandin.

13 penaberên Kurd, di 17ê Pûşperê de, li nêzîkî peravên Îtalyayê, ji ber keştiya wan noqî avê bû ew xeniqî bûn.

Li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi bizavên nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê ku ji bo dîtina terman û vegerandina wan ji bo Herêma Kurdistanê hatin kirin, îro 02.08.2024 ew term ji bo Hewlêrê tên vegerandin.

Tevî wan rûdanan, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Mihemed Salih bi polîs û dezgehên peywendîdar ên wî welatî re di bizava lêgeriyana wan welatiyan de bû ên ku di wê belemê de binav bûbûn, wesa jî 40 term hatin dîtin.

Di nav wê hejmarê de jî, 13 kes hatin nasîn ku Kurd in, heşt ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê û pênc jî xelkê Rojhilata Kurdistanê ne. Ên ku hatine nasîn û îro termên wan tên vegerandin ev in:

Hejar Mihemed Ehmed

Deryaz Aram Omer Osman

Palewan Omer Ewla

Mîran Qadir Ehmed

Îlam Hawkar Mûsa

Aram Ebdulrehman Hemîd

Xunçe Mela Nebî

Mîlan Hacî Xidir

Hedîs Zincîrî

Makan Necefiye Necfirî

Muîn Elî Por

Pêşewa Derwêş

Pijman Nezmara

Medyaya Îtalyayê li roja 17.07.2024 parve kir ku, belemeke koçberan li nav ava Îtalyayê binav bûye, bi dehan koçber winda bûne û hejmareke wan Kurd in. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her li destpêka wê rûdanê amaje da ku, dê vegerandina terman bi stûyê xwe ve girtiba.