Hikûmeta Kurdistanê termên 5 penaberên xeniqîbûn ji Tirkiyê tîne

20 January 2020 18:59 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê termên 5 penaberên xeniqîbûn ji Tirkiyê tîne

PeyamaKurd - Serokê dezgeha penaberan li Herêma Kurdistanê Arî Celal ragihand ku hikûmeta Kurdistanê termên pênc penaberên Başûrî yên ku li nav deryaya Ege ya Tirkiyê xeniqîbûn, vediguhêze Kurdistanê.

Serokê dezgeha penaberan Arî Celal ji malpera fermî ya PDKê re da xuyakirin, çend roj berê qayîka penaberên ku dixwestin bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Yûnanê bibin, li nav deryaya Ege wergeriyabû û 23 penaberên kurd tê de xeniqîbûn.

Arî Celal da zanîn, heta niha termên 8 kesan hatine dîtin û yên din jî hîn winda ne.

Celal ragihand ku hikûmeta Kurdistanê biryar daye termên pênc kesan li ser hesabê xwe ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê bike û radestî malbatên wan bike.