Hikûmeta Kurdistanê: Ti têkiliyeke me bi dersînorkirina penaberên Kurd ên ji Brîtanyayê nîne

26 May 2022 18:32 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê: Ti têkiliyeke me bi dersînorkirina penaberên Kurd ên ji Brîtanyayê nîne

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê dersînorkirina nêzî sed penaberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê ji Brîtanyayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku 24ê Gulanê hatiye dayîn de, hat ragihandin ku nûçeyên têkildarkirina Hikûmeta Kurdistanê bi dersînorkirina wan penaberan nerast in û di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ligel Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê de jî bi ti awayî ew mijara penaberan nehatiye axaftin.

Herwiha hat diyarkirin, Herêma Kurdistanê û qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya li ser asta nehiştina tewanên rêxistin û dûvçûna tewanbar û bazirganên mirovan hemahengin û hevkariyê dikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî hat gotin: ‘’Pêwendiyên dualî yên qraliyeta yekgirtî ya Brîtanyayê li gel Herêma Kurdistanê pêwendiyên kûr, dostane û li ser bingehê hevbeş û berjewendiyê dualî ye. Ew pirsa ku hin kes û alî dixwazin berevajî bikin û hestên hemwelatiyan bixin tevgerê û ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin em red dikin û ewlehî û tişta serekî ya pêwendiyên dualî bi hîç awayekî pirsa şandina bi zorê nîne."

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dema serdana Mesrûr Barzanî ya Brîtanyayê de, hejmarek alîgirên PKKê protestoyek li dar xistibûn û medya nêzîkî PKKê jî propagandaya wê yekê kiribû ku dersînorkirina bi qasî sed penaberên ji Başûrê Kurdistanê piştî lihevkirina Brîtanya û Hikûmeta Kurdistanê pêk hatiye.

Li gorî zanyariyan tenê hejmareke kêm ji wan kesên hatine dersînorkirin beşdarî protestoyê bûne û hemû penaberên din jî li derveyî Londonê dijîn û ti karekî wan ê siyasî jî tune ye. Tê gotin ku di nav kesên hatine dersînorkirin de, kesên qaçaxçîtiya cixareyan û alkolê dikin hene.

Herwiha li gorî siyaseta nû ya Brîtanyayê, penaberên bikevin na erda wan êdî dişînin Ruandayê û ev biryar jî ji cî rêvekirina penaberên Ukraynayê hatiye dayîn.