Cenazeyên 4 penaberên Kurd îro digîhin Hewlêrê
PeyamaKurd – Cenazeyên 4 penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kirwatiya di rûdaneke trafîkê de can dabûn, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro digîhin Hewlêrê û du ji wan li Başûrê Kurdistanê tên veşartin û 2 cenaze jî bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin.
Her 4 cenaze pêr di 31ê Adara 2021ê de, ji bo Balafirxaneya Zagreb, paytexta Kirwatiyayê hatibûn şandin.
Cenazeyên wan penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ji Zagrebê bi balafirekê bo Balafirxaneya Stenbolê tên veguhastin û piştre ji wir ve bo Hewlêrê tên şandin.
Dê cenazeyên Îbrahîm Sexîr, Mihemed Erfo bi rêya deriyê Pêşabûr - Sêmalka bo Rojavayê Kurdistanê bên vegerandin û dê li Dirbêsiyê û Dêrikê bên veşartin. Herwiha cenazeyên Adil Reid li Hewlêrê û Mihemed Omer jî dê li Silêmaniyê bên veşartin.
22yê Adarê li Kirwatiyayê kamyoneke ku koçber tê de bûn ji rê derketibû û qulibî bû. Di bûyerê de 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê can dabûn û 24 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin