Zambiya: Li ser rêyekê, termên gelek kesan hat dîtin
PeyamaKurd- Li paytexta Zambiyayê ya Lusakayê, termê 27 kesên ku tê payîn koçber bin, li ser rêyekê hat dîtin. Li gorî ragihandina qada fermî, dibe ku ev bûyer ji ber qaçaxvaniya mirovan çêbûbe.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li qerexa rêyekê termê 27 kesên ku temenên wan di navbera 20 û 38an de diguherin, hatine dîtin û kesekî ku hîn sax bûye jî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Li gorî nûçeyên herêmî, ji bo diyarkirina nasnameyan, kirariyên fermî yên otopsiyê tên kirin û li cihê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Her wiha tê texmînkirin ku ev kesên can dane, dibe ku koçberên Etiyopyayê bin ku her dem bi destwerdanên dijmirovî re rû bi rû dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin