Li Amerîkayê yekî kamyona xwe li nav girseyeke mirovan qeliband: Gelek kesan can da

01 January 2025 15:15 0 dîtin
Li Amerîkayê yekî kamyona xwe li nav girseyeke mirovan qeliband: Gelek kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê New Orleansê Amerîkayê, yekî kamyona xwe li nav girseyê qeliband ku sersal pîroz dikir, 10 kesan can da û 30 kes jî birîndar bûn. 

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatin belavkirin, hat diyarkirin ku di wê bûyerê de ku li kolana Bourbonê ya New Orleansê qewimî kesekî kamyona xwe ajotiye nav girseyê û gule li gel reşandine.

Ji girseyê hatiye xwestin ku ji herêmê bi dûr bikevin. Sedema êrîşê hê diyar nebûye.