Hat gotin ku Wagnerê li Ûkraynayê hemwelatiyekî Amerîkayê kustiye
PeyamaKurd – Damezrênerê şîrketa Wagnerê ya ewlehiyê ya Rûsyayê Yevgeniy Prigojin, di ser grûbekî telegramê de di rêya video de ragihandiye ku li bajarê Ûkraynayê li Bahmutê şer dewam dike, hemwelatiyekî Amerîkayê hatiye kuştin. Peyamnêrê Rûs Alexander Simonov di ser hesabê xwe de vîdeoyê belav kiriye û di video de Prigojin, cesedekî û belgeyên ser heman cesedî kontrol dike. Prigojin gotiye:
“Waye leşkerê kevin yê Amerîkayê Nicholas. Em ê wî teslîmî Amerîkayê bikin. Em ê wî bixin tabûtê, bi rêz bi ala Amerîkayê bipêçin ji ber ew ne weka kalekî di nav ciya de mir, di şer de mir û bi îhtîmaleka mezin bi serbilindî mir.”
Berdekiya çapemeniyê ya wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser pirsa rojnamevanekî di mijarê de got:
“Me nûçeyekî dît ku hemwelatiyekî Amerîkayê li bajarê Bahmutê hatiye kuştin lê em li agahiyên zêde digerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin