Ji Amerîkayê daxuyaniya hilbijartinên Tirkiyeyê: Em ti aliyekî nagirin!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hilbijartinên îro 14ê Gulanê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de, daxuyanî da û ragihand, ew di hilbijartinan de ti aliyekî nagirin.
Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin ku Amerîka û Tirkiye heyameke dirêj e hevpeymanên hevdu ne û ew ji nêzîk ve proseya hilbijartinên Tirkiyeyê dişopînin.
Herwiha hat destnîşankirin ku Washington di hilbijartinan de ti aliyekî siyasî nagire û dixwazin hilbijartin di çarçoveya kevneşopîya demokratîk û yasayî de, bi awayekî azad û dadwerî encam bidin.
Serokomar û namzedê serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, doh Şemiyê li Stenbolê di axatfineke xwe de gotibû: “Biden fermana hilweşandina Erdogan daye, ez vê dizanim. Hemû gelê min vê dizane. Ger rewş wiha be, dê sindoq sibe bersiva Biden bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin